Derbarê hilbijartinên Stenbolê de rapirsiyeke nû: Ferq ji sedî 7 e!

22 June 2019 10:50 0 dîtin
Derbarê hilbijartinên Stenbolê de rapirsiyeke nû: Ferq ji sedî 7 e!

PeyamaKurd – Li gorî rapirsiya dawî ya Avrasyayê di hilbijartinên Stenbolê de rêjeya dengên namzedê Tifaqa Millet ku HDP jî piştgiriya wî dike Ekrem Imamoglu ji sedî 53 ye û namzedê Tifaqa Cumhur Binali Yildirim jî 46.3 ye.

Kompaniya rapirsiyan a bi navê Avrasya amarên dawî yên hilbijartina Stenbolê eşkere kirin. Li gorî amarên wê rapirsiyê namzedê CHPê li pêş e û bi hêsanî qezenc dike.

Li gorî van encaman namzedê Partiya Komarî ya Gel (CHP) yê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, ji sedî 53 deng werdigire û dibe Şaredarê Bajarê Mezin. Rêjeya dengên namzedê Partiya Dad û Geşedanê  (AKP) Binali Yildirim jî 46. 3 ye.

Hêjayî gotinê ye ku di hilbijartina 31ê adarê de namzedê CHPê Îmamoglu, ji namzedê AKPê Yildirim 13,729 deng zêdetir wergirtibû û bi ser ketibû.Li ser daxwazên pêdeçûnê yên AKPê, YSKê hilbijartina 31ê Adarê ya Stenbolê betal kiribû û biryar dabû ku di 23ê Hezîranê de were dûbarekirin.