Li Wanê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd – Li bajarokê Tuşbayê ser bi parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.9 pile erdhej çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) bi daxuyaniyekê diyar kir, îro Sêşemê 6ê Kanûna 2021ê di saet 00:46an de, erdhejeke bi hêza 4.9 pile li bajarokê Tuşbayê yê ser bi parêzgeha Wanê çêbû.
Li gor malpera AFADê, erdhej bi kurahiya 7,62 kîlometre çêbûye. Parêzgarê Wanê Mehmet Emin Bilmez jî eşkere kir, li gor zanyariyên destpêkê, di erdheja bi hêza 4.9 pile ya bajarokê Tuşbayê de, tu zerar û ziyan çênebûne.
Bilmez destnîşan kir, tîmên Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez, cendirme û 112 li herêmê li ser lêkolînên xwe berdewam in û got: “Heta niha li gor zanyariyên gihîştine me, tu rewşeke neyînî tuneye.”
Herwiha li gor daxuyaniya Saziya Kandilli ya Çavdêrîkirina Erdhejan, hêza erdheja bajarokê Tuşbaya Wanê 5.0 pile bûye. Piştî erdhejê welatî ji malên xwe derketin derve û agir vêxistin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin