Li wî welatî qedexeya derketina derve
PeyamaKurd – Hikûmeta Komara Macaristanê ragihand, dibe ku ji sibe roja şemiyê bo dema du hefteyan qedexeya derketina derve were ragihandin.
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban diyar kir, di çarçoveya qedexeyê de tenê dê ji bo danustendinê û aktîvîteyên bedenî destûr bê dayîn lê dê ji bo temasa nêzîk qet destûr neyê dayîn.
Serokwezîrê Macaristanê got, kesên ku rênimayan binpê bikin dê bêne sizadan.
Heya niha li Macaristanê, Covid-19 ketiye canê 300 kesan û ji van 10 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Orban dide zanîn ku metirsî heye hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Tê texmînkirin pandemî li Macaristanê di meha Hezîran an jî Temûzê de derkeve asta herî bibandor.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin