Meteorolojiyê hisyariya baran û berfê da

05 December 2024 11:02 0 dîtin
Meteorolojiyê hisyariya baran û berfê da

PeyamaKurd – Meteorolojiyê ji ber barîna baranê û barîna berfê li gelek bajaran, Diyarbekirê jî hişyarî da.

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora hewayê ya 5ê Kanûnê eşkere kir.

Li gor agahiyan li Diyarbekir, Dîlok, Riha, Antalya, Kirikkale, Mugla, Yozgat, Çorum, Samsun, Tokat, Trabzon, Rîze, Hatay, Duzce, Kastamonu, Zonguldak baran, li Trabzon, Elezîz, Mûş jî berf tê. Tê payîn ku li Çewlik û Agiriyê baran û berf bibare.

Herwiha hat parvekirin ku di germahiya hewayê da guhertineke berbiçav çênabe û ew ê li gor normên demsalî bimînin.

Hat destnîşankirin ku li seranserê welêt hewa ewrayî û pir ewrayî ye û tê pêşbînîkirin ku li navçeyên bilind ên navçeyê şilope û berf bibare.