Miçotakis: Mafê Tirkiyeyê tuneye ku destwerdana…
PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Yunanîstanê û Serokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Nû Kiryakos Miçotakis îdia kir ku Tirkiye destwerdena hilbijartinên giştî yên li Yunanîstanê kiriye.
Kiryakos Miçotakis îdia kir ku Konsolosxaneya Tirk a li Komotiniyê ji bo du namzetên opozîsyona sereke SYRIZA kampanyayê dimeşîne.
Miçotakis da zanîn ku Kêmariya Tirk a Rojavayê Trakyayê dikare bibe amûr û di van hilbijartinan de li dijî entegrasyona hindikahiyê di nav tevna civakî û aborî de tevgerên bi vî rengî hatin kirin.
Kiryakos Miçotakis di dewama daxuyaniya xwe de wiha got:
"Hûn baş dizanin ku hindikahî dikare ji aliyê Tirkiye û Konsolosxaneya Tirk ve gelek baş were amûrkirin û ji aliyê Konsolosxaneya Tirkiyeyê ve ji bo hin namzetan li Rodopê, destwerdanên xurt hatin kirin."
“Ez ê peyamê ji bo Erdogan bişînim”
Miçotakis bal kişand ser rewşa "pir giran" û got, "Ez ê êdî destwerdana Tirkiyeyê ya kêmneteweyan qebûl nekim û ev jî dê bibe peyameke ku ez ê ji Erdogan re bişînim. Mafê Tirkiyeyê nîn e ku destwerdana karên navxweyî yên welatê me bike. Kêmar, hindikahiya misilman, teqez tên parastin. Ji bo ku kesên dostên Tirkiyeyê û Konsolosxaneya Tirkiyeyê yên ku di serî de nêrînên revîzyonîzma Tirkiyeyê diparêzin, bên hilbijartin, divê destwerdana bi vî rengî ya tund bê rawestandin. Hevkariya hemû aliyan ji bo vê yekê bikin, heta niha me nekariye vê yekê bikin."
Miçotakis bal kişand ku di van mehên dawî de çalakiyên Tirkiyeyê yên li Behra Egeyê "kêmbûneke berbiçav" heye û got,
"Ez di wê baweriyê de me ku piştî erdhejên wêranker ên li Tirkiyeyê pêk hatin, atmosferek dilnizmî derketiye holê. Ez bawer nakim ku em mehkûmî vê yekê ne ku bi Tirkiyeyê re her tim di nav tengezariyê de bijîn. Ez ne dilnizmî me. Lê belê ji ber rewşa ku Tirkiye tê de ye, Rojavaya îroyîn ez dibînim ku ji berê zêdetir pêdiviya we bi wê heye."
Miçotakis diyar kir ku têla li ser Çemê Merîçê dê biqede û heger ew bê hilbijartin, dê gera wî ya ewil bibe Îdareya Yunan a Qibrisê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin