Mihemed Cewad Zerîf îstifa xwe ragihand
PeyamaKurd – Cîgirê Serokomarê Îranê Mihemed Cewad Zerîf ragihand ku wî dest ji posta xwe berdaye.
Li gorî nûçeya rojnameya Armane Milî, Mihemed Cewad Zerîf ku hefteya borî ji aliyê Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ve weke cîgirê serokomar hatibû tayînkirin, îstîfaya xwe ragihand.
Zerîf di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê de wiha nivîsî:
“Min her tim gotiye ku mafê serokomar e ku endamên hikûmetê hilbijêre ku desteya rêveber û komîteyên lijneya şêwirmendiyê ne û ez spasiya wan dikim ku rûmeta beşdarbûna di vê ezmûna nû de dan min.
Helbet ez ji encamên xebata xwe ne razî me. Hê jî cîgirên serok hene ku valahiyan tije bikin. Ev ezmûna min a yekem bû û ew tijî kêmasî bûn. Ez li pêşberî hemû gelê Îranê lêborîna xwe dixwazim. Hin kesan ez wekî kesek hêrs dîtim, lê ez difikirim ku min di van 12 salên dawî de gelek sebir nîşan da."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin