Misrê bersiva daxuyaniyên Erdogan da

27 February 2019 19:21 0 dîtin
Misrê bersiva daxuyaniyên Erdogan da

PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Misrê bersiv da êrîşên serokkomarê  Dewleta Tirkîye Recep Tayyîp Erdogan û destnîşan kir ku Erdogan êrîşî Misrê dike lê belê wî bi xwe 175 rojnamevan û bi hezaran siyasetmedar xistin zindanê

Wezareta Karên Derve ya Misrê bi daxuyaniyekê bersiva da serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku êrîşî serokê Misrê Abdulfettah El-Sîsî û Lûtkeya Erebî kiribû.

Berdevkê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Misrê Ehmed Hafêz daxuyaniyek da û wiha got: “Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din bi gotinên xwe êrîşî Misrê û rayedarên siyasî kir. Daxuyaniyên Erdogan hembêzkirina komên Îxwanan ên terorîst û alîkariya wan dide diyarkirin. Erdogan êrîşî Misrê dike lê wî bi xwe jî 175 rojnamevan û zêdetirî 70 hezar siyasetmedar binçav kirine û xistine zindanan.”

Serokkomarê Tirkiyeyê careke din êrîşî serokê Misrê Abdulfettah El-Sîsî û rayedarên Ewropayê û yên Kendavê kiribû ku beşdarî Lûtkeya Erebî-Ewropî bûbûn