NBC: Netanyahu, navber da reforma darazê
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, ji bo parastina reforma darazê ya nakok ku bû sedema protestoyên berfireh ên li welêt, ragihand ku ew hewil dide ku bi navberekê nêrînên dijber hevseng bike.
Benjamin Netanyahu, di bernameya "Meet the Press" ya ku li ser qenala NBCyê hat weşandin de axivî û got, "Wekî her demokrasiyê, li Îsraîlê jî dibe ku di lihevkirinê de zehmetî hebin."
Netanyahu berevaniya reforma darazê ya nakokî kir ku bû sedema protestoyên berbelav li welatê wî, navber da û da zanîn ku ew hewil dide ku "nêrînên dijber hevseng bike."
Ji aliyê din ve Netanyahu bi îdiaya ku demokrasiya Îsraîlê xurt e, qebûl kir ku welatê wî ji aliyê siyasî ve "welatekî parçebûyî" ye û diyar kir ku reforma darazê, dê bandorê li dozên ku di derbarê wî de hatine vekirin neke.
Serokwezîrê Îsraîlê, li ser pirsa gelo fikarên Serokê Amerîkayê Joe Biden ên li ser reforma dadwerî de dê bandorê li têkiliyên herdu welatan bike yan na? bersiva "Na" da û got ku “Biden dostê mezin ê Îsraîlê ye û "dibe ku di navbera dostan de nakokî hebin."
Benjamin Netanyahu bal kişand ser wê yekê ku ew wisa difikire ku Amerîka hevalbendê herî baş ê Îsraîlê ye û got, "Hevkariya me ya hevbeş, jiyana gelek Amerîkî û Îsraîliyan rizgar dike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin