Netanyahu, reforma ku bû sedema aloziyan rawestand!
PeyamaKurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, bi hevkarê xwe yê koalîsyonê Ben Gvirê rastgirê tundrew re li hev kir ku reforma dadrêsiyê ku bû sedema xwepêşandanan, were rawestandin.
Piştî xwepêşandanan, Netanyahu şandina qanûnên nakok ji bo Parlamentoya Îsraîlê (Knesset) dereng xist ku hikûmeta wî ew wekî "reforma dadrêsiyê" bi nav kir û dijberên wî jî ew wekî "derbeyek li serxwebûna dadwerî" bi nav kirin.
Beriya niha dihat payîn ku pêşnûmeya ku rêzikname tê de heye vê hefteyê li Knessetê were nîqaşkirin û were dengdan.
Hat ragihandin ku Knesset dê meha bê pêşnûmeqanûnê binirxîne.
Serokomarê Îsraîlê Îshaq Herzog jî duh li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotibû,
"Ji bo yekîtiya gelê Îsraîlê, ez bang li we dikim ku hûn demildest pêvajoya qanûnî ya rêziknameya nû bidin sekinandin. Çavên hemû gelê Îsraîlê li ser we ne.”
Piştî ku Netanyahu Wezîrê Berevaniyê Yoav Gallant ê ku li dijî reforma dadrêsiyê ya nakokbar derdiket ji kar dûr xist, xwepêşandanên li Til Evîvê mezin bûn û bi deh hezaran kes tevlî xwepêşandanan bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin