"Hewldanên Netanyahu yên ji bo sabotekirina muzakereyan divê bên rawestandin"
PeyamaKurd – Lîderê sereke yê muxalefetê li Îsraîlê Yair Lapid banga lihevkirinê kir û diyar kir ku divê sabotekirina Serokwezîr Benjamin Netanyahu ya danûstandinên pevguhertina girtiyan di navbera Îsraîl û Hamasê de bê rawestandin.
Lapid di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ya der barê muzakereyên pevguhertina girtiyan da Netanyahu kir hedef.
Lapid bang kir ku di zûtirîn dem de peymanek pevguhertina girtiyan were çêkirin, ev tişt got:
"Divê hewildanên Netanyahu yên sabotekirina muzakereyan bên rawestandin. Divê demildest lihevkirinek çêbibe, berî ku ew hemû (esîrên Îsraîlî) bimirin."
Gadi Eisenkot, endamê berê yê Kabîneya Şer a Îsraîlê, di bernameyeke radyoyê de ku ew beşdar bû jî rexne li Netanyahu kir ji ber xitimandina danûstandinên pevguhertina girtiyan.
Eisenkot diyar kir ku piraniya wezîrên Îsraîlê piştgiriyê didin peymana pevguhertina girtiyan û got ku Netanyahu li dijî peymaneke muhtemel e.
Eisenkot destnîşan kir ku Netanyahu dixwaze girtiyan vegerîne, lê ji bo lihevkirinê ne amade ye "biryarên wêrek" bide.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin