Netanyahu: Ji bo pêwîstiyên ser divê em çekên xwemalî hilberînin

01 April 2024 15:56 0 dîtin
Netanyahu: Ji bo pêwîstiyên ser divê em çekên xwemalî hilberînin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku divê welatê wî hilberîna çekan a xwemalî zêde bike.

Li gor daxuyaniya ku ji Ofîsa Çapemeniyê ya Serokwezîrtiyê hate dayîn, Netanyahu di 28ê Adarê de bi Serokê Banka Îsraîlê Amir Yaron re hevdîtin kiriye.

Di hevdîtinê de Netanyahu qala pêwîstiya guftûgokirina budceya parastinê ya Îsraîlê ya di çarçoveya pêwîstiyên di dema şer de derketine holê kiriye û gotiye; "Divê em di hilberîna çekên pêwîst de pir zêde serbixwe bin."

Netanyahu diyar kiriye ku ji bo Îsraîl serbixwe bibe ew ê hilberîna çekan a xwemalî zêde bikin û wiha gotiye: "Em dizanin ku ji bo em bi xwe biryara xwe bidin divê em ji zext û pestoyên derve paşve gav nehavêjin."