Nêçîrvan Barzanî: Pistgiriya kabîneya nehem bikin

12 September 2019 11:13 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî: Pistgiriya kabîneya nehem bikin

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştgiriya xwe bo kabineya nehema a Herêma Kurdistanê dubare kir û daxwaz ji endamên PDKê kir ku ji hikûmeta Herêma Kurdistanê re bibin alîkar.

Serokê Herêma Kurdistanê û Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî beşdarî konferansa “Di nava guhertinan de PDK, nirxandina rewşa niha û danîna nexşeyekê ji bo pêşerojê” bû.

Nêçîrvan Barzanî di wê konferansê de gotarek pêşkeş kir û got, ku derfeta serkeftinên mezin li pêşiya PDKê ne û PDK dikare pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê bidest ve bîne.

‘PDK BÛ PARÊZVANRÊ KURDISTANÊ Û DESTKEFTIYÊN GELÊ KURDISTANÊ’

Barzanî wiha axivî: “Derfeta serkeftinên mezin li pêşiya PDKê ye û em dikarin pêşerojeke baştir ji bo gelê Kurdistanê bidest ve bînin. Wek mînak jî tişta ku me kir di salên derbasbûyî yên dijwar de, ku PDK tevî wan hemû zehmetiyan û aloziyan û astengiyan karî di çarçoveya Hikûmeta Kurdistanê de roleke pêşeng bibîne di parastin û avakirina welat û birêvebirina Herêma Kurdistanê de, PDK bû parêzerê Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurdistanê.”

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha piştevaniya xwe ji bo kabineya nehem a Kurdistanê nîşan da û ji kadroyên PDKê jî daxwaz kir ku piştevaniya kabineya Kurdistanê bikin.