Nêçîrvan Barzanî serdana herêma erdhejê dike!

14 February 2023 13:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî serdana herêma erdhejê dike!

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê serdana Dîlokê bike ku yek ji parêzgehên erdhejên navenda wê Mereş e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro danê nîvro wê serdana navçeyên erdhejê yên Tirkiyê bike.

Li gor hat zanîn, wê Serok Nêçîrvan Barzanî jî biçe navçeyên Islahiye û Nurdagi yên Dîlokê û li navenda krîz û kordînasyona AFADê derbarê erdhejê de agahiyan werbigire.

Tê çaverêkirin ku Serok Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu re bicive.

Serok Nêçîrvan Barzanî wê pişt re bi tîmên lêgerîn û rizgarkirinê yên Herêma Kurdistanê re bicive û daxuyaniyan bide.

Di erdhejê de li 10 parêzgehan wêraniyên mezin çêbûn, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.

Rêveberiya Herêma Kurdistanê ragihand, piştî erdhejê ew amade ne yekser alîkariyan bişînin herêmê. Di vî warî de Wezareta Tendirustiyê û Dezgayê Alîkariya Barzanî di nava tîmên yekem de bûn ku alîkariyên lezgîn gihandin deverên erdhejlêdanê.