Netanyahû plana operasyona ser Refahê pejirand
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû, plana operasyona ser Refahê ya ji aliyê Hêzên Çekdar ên Îsraîlê ve hatibû pêşniyarkirin pesend kir. Piştî ku Hemasê pêşniyara bo agirbestê û pevguhertina dîlan kir, Serokwezîrê Îsraîlê jî îro 15ê Adarê Kabîneya Şer li Tel Avîvê civand.
Piştî kombûna kabîneyê, nivîsgeha Serokwezîrtiya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku Netanyahû plana operasyona ser navçeya Refahê ya hevsînorê Misirê pesend kiriye.
Hate diyarkirin ku Netanyahû pêşniyarên Hemasê wekî pêşniyarên tewş nirxandine û plana operasyona ser navçeya Refahê ya başûrê Xezzeyê pejirandiye. Herwiha artêşa Îsraîlê jî amadebûn xwe bo tehliyekirina sivîlên li Refahê ragihandiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin