Netanyahû: Ti hêzekî dinyayê nikare operasyona ser Refahê ya bejayiyê rawestîne

09 April 2024 21:01 0 dîtin
Netanyahû: Ti hêzekî dinyayê nikare operasyona ser Refahê ya bejayiyê rawestîne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netenyahu ragihand ku di dinyayê de ti hêzekî nikare operasyonên ser bajarê Rafahê rawestîne. Di bajarê Rafahê de li dora 1,5 mîlyon Fîlîstînî dijîn. Netenyahu weha dewam kir:

“Bajarê Refahê di nav de, em ê Hamasê tesfiye bikin. Ti hêzekî dinyayê dê nikaribe me bisekinîne. Gelek hêz dixwazin me rawestînin lê ti feda wê tine.

Sê hedefên me hene; yek jê anîna rehîneyên me ne. Ya duyê rakirina Hamasê ji ortêye. Ya sêyem ew e ku divê Xezza ti carî ji bo Îsraîlê nebe tehdîd.

Hedefekî din jî heye. Hamas bingehekî Îranê ye ku dixwaze me ji holê rake. Eger em Hamasê têkbibin, ev tê vateya têkçûna Îranê jî.”

Netenyahu li ser operasyona ser bajarê Rafahê duhî gotibû ku dê bibe û ji bo operasyonê roj heye.