Erdogan gefa berdewama operasyonan xwar: Ti kes nikare bibe asteng!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 22yê Mijdarê di vekirina bendava Yusufelî ya bajarê Artvînê de, li ser êrîşên asmanî yên bi ser Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de axivî got, wan bersiva teqîna Stenbolê daye.
Erdogan di axaftina xwe de got: “Ji vir bi eşkere radigihînim. Me ji bo bicihanîna peymanên derbarê Sûriyê de peywira xwe pêk aniye. Ji bo yên bi lîstika herfan dixwazin me bixapînin, dawiya rê hatiye. Ji vir û pê de tenê pîvaneke me heye û yek sînor heye. Ew jî ewlehiya welatê me û welatiyan e. Em heta ku biçe em ê biçin. Me li Iraq û Sûriyê beşek ji xeta ewlekariyê li gorî daxwaza xwe pêk anîye. Ti kes nikare bibe asteng ku em wê xetê heta cihên pêwîst ku êrîş têne kirin nekişînin.”
Erdogan herwiha da xuyakirin ku ew ê koka ‘terorîstan’ biqelînin û li ser êrîşa asmanî ya 20ê Mijdarê jî got ku wan balafir, drone û topxane bikar anîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin