Netanyahû bersiva doza li Laheyê da: Nikare me bide rawestandin!
PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahî, li ser doza ‘jenosîdê’ ya Afrîkaya Başûr li Dadgeha Dadê ya Laheyê daxuyanî da û got, wê şerê Xezzeyê dewam bike û nikare me bide rawestandin.
Netanhû li avahiya Wezareta Berevaniyê ya li Tel Avivê axivî û diyar kir, “Heta Hemas ji holê neyê rakirin, hemû dîl venegerin malên xwe û jê piştrast nebin ku dê Xezze careke din ji bo welatê me bibe gef, emê şer berdewam bikin.”
Herwiha Netanyahî gat: "Heta em hemû armancên xwe pêk bînin, emê şer bidomînin. Ne xeta şerr ne jî Lahey nikare me rawestîne.”
Netanyahî herwiha eşkere kir ku ew dê îro Yekşemê foneke zêdetir bo pêkanîna armancan ji artêşa Îsraîlê re terxan bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin