Nexwesxaneya Pêsmerge dest bi nestergeriyê kir

26 October 2022 19:04 0 dîtin
Nexwesxaneya Pêsmerge dest bi nestergeriyê kir

PeyamaKurd - Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê eşkere kir ku piştî sê salan ji pêşkêkirina xizmetên tenduristiyê, çend neştergeriyên cuda cuda li Nexweşxaneya Pêşmerge bi awayekî serkeftî hatine kirin.

Dr. Reza Îsmaîl ragihandiye: “Îro cara yekem weke karê me yê yekem li holên neştergeriyê li Nexweşxaneya Pêşmerge, me sê neştergerî encam dan, plana me ew e ku em neştergeriya ji bo pêşmergeyên ku pêwîstiya wan bi neştergeriyê heye, bidomînin.”

Rêveberê Nexweşxaneya Pêşmerge Dr. Dana jî li ser hewldanên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge û tîma şêwirmend a serbazî ya hikûmeta Almanyayê ya li Hevpeymaniya Navdewletî ji bo pêşxistin û pêşvebirina şiyana bijîşkî ya nexweşxaneyê gotiye: “Niha şiyanên Nexweşxaneya Pêşmerge di asteke baş de ye.”

Cîgirê Serokerkan bo Îdare û Mîre yê li Nexweşxaneya Pêşmerge Hoşmend Heyder daye zanîn: “Hemû hewlên wezaretê ew e ku xizmeteke şayeste û pêwîst ji wê xebat û qurbanîdana Pêşmerge re were kirin, ku bi giyan û xwîna xwe berevaniya ax û xelkê Kurdistanê kirine û dikin.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Nexweşxaneya Pêşmerge li ser erkê welatê Almanyayê li Hewlêrê hatiye avakirin û ev sê sal in xizmeta tenduristiyê pêşkêşî Pêşmerge û malbatên wan dike.