Norveç, firotina sîlihan bo Tirkiyê rawestand

10 October 2019 22:46 0 dîtin
Norveç, firotina sîlihan bo Tirkiyê rawestand

PeyamaKurd- Norweç ku endamekî NATO ye bi sedema operasyona Rojava bo Tirkiyê firotina her cûre sîlihan da rawestandin. Wezîrê karên derve yê Norweçê Ine Eriksen Soreide mijara rawestandina firotina sîlihan bo Tirkiyê ragihand.

Ine Eriksen Soreide, di peyama ku bo AFP yê şandiye de weha got:

“Eger em rewşê bidin ber çav, gelek tevliheve û daîma diguhire. Em weka wezareta karên derve, weka tedbîr bo Tirkiyê, bo parastin an armancên cuda, me biryarê da em ê bersiva daxwazên wan nedin.”

Serokwezîrê Fînlandiyayê Rinne jî ragihandibû ku dê sîlihan an ku lîsansa sîlihan nede Tirkiyê.