Papa, banga bêdengkirina çekan kir
PeyamaKurd- Rêberê Ruhanî yê Katolîkan Papa Francis, peyama xwe ya kevneşopiyê ya Sersalê da û bi rêya peyamê banga bêdengkirina çekan kir.
Papa, di axaftina xwe ya Rom û cîhan de li ser girîngiya Cejina Noelê ya ku jidayikbûna Hz. Îsa tê pîrozkirin, bal kişand ser pevçûnên li cîhanê û wiha got:
"Li xwişk û birayên me yên Ukraynayî binihêrin ku ji malên xwe dûr û tarî û di sermayê de vê Noelê pêşwazî kirin. Ji ber wêraniya şerê deh mehan. Ya Reb, bila em hevgirtina xwe ya ber bi çav nîşanî hemû kesên ku diêşin bidin. Bila îlham û ronahî bide kesên ku hêza wan heye ku çekan bêdeng bikin û demildest dawî li vî şerê bêwate bînin.”
Papa da xuyakirin ku ew li Suriyeya bi paş ketiye jî difikire lê belê hîn jî pevçûn lê neqediyane û got,
"Werin em li axa pîroz jî bifikirin ku tundî û pevçûn lê zêde bûne û mirin û birîndarkirin di van demên dawî de zêde bûne. Ji Xwedê re dua bikin ku di navbera Îsraîlî û Filistîniyan de xebatên avakirina diyalog û pêbaweriya hevpar ji nû ve dest pê bikin.”
Rêberê Katolîk, hêviya xwe ya başbûna Lubnanê bi piştevaniya civaka navneteweyî nîşan da û dilgiraniya xwe ji aloziyên siyasî û civakî yên li Yemenê, Sahel û Amerîkayê jî da zanîn.
Papa hêviya xwe parve kir ku Noel jî bibe sedema lihevhatin û bidawîbûna xwînrijandina li Myanmar û Îranê û bal kişand ku divê ew li zarokên birçî bifikirin û her roj gelek erzaq tê îsrafkirin û got,
"Şerê li Ukraynayê, ev rewş girantir kir û bi taybetî li Efxganîstan, welatên Efrîkayê û Qilebanê hemû gelan kir bin xetera birçîbûnê. Em dizanin ku ew dibe sedema bikaranîna xwarinê ya wekî çek."
Papa diyar kir ku di rojeke wiha de divê ew koçber, kesên bêkes û zarokên sêwî ji bîr nekin û piştî axaftina xwe, cejina xelkê li qadê pîroz kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin