Papa bangewazî li Ukraynayê kir

10 March 2024 09:02 0 dîtin
Papa bangewazî li Ukraynayê kir

PeyamaKurd – Serokê Vatîkanê û rêberê Katolîkên Cîhanê Papa Franciscus, ji bo rawestandina şer bi Rûsyayê re bang li Ukraynayê kir, ji bo gotûbêjên aştiyê bi wêrekî tevbigere.

Pepa di hevpeyvînma ligel Radyo Televizyona Swîrse (RSI) de li ser destpêkirina pêvajoyeke rawestandina şer gotiye, "Bi baweriya min pêwîstî bi wêrekbûna rûniştina muzakereyan heye. Niha dikare bi alîkariya hêzên navdewletî muzakere bên kirin. Muzakere îfadeyeke wêrekbûnê ye. Erê hûn xwe nadin ber lê wê ev şer bi çend mirinan bi encam bibe.”

Papa Franciscus, herwiha bal kişandiye ser ku niha welatên wekî Tirkiyeyê jî dixwazin ji bo rawestandina şerê ligel Rûsyayê navbeynkariyê bi Ukraynayê re bikin û bang li Ukraynayê kir ku xwe jê nede alî.