Parêzgarê Qeyûmê Wanê nivîsa Kurdî rakir

23 August 2019 19:53 0 dîtin
Parêzgarê Qeyûmê Wanê nivîsa Kurdî rakir

PeyamaKurd - Parêzgar û qeyûmê li şûna şaredarê HDPê yê Wanê hatiye danîn Mehmet Emîn Bilmez piştî ku dest bi kar kir, di hesabê fermî de, nivîsa kurdî ya 'Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê' rakir.

Parêzgarê Wanê  Mehmet Emîn Bîlmez ku 19ê mehê ji aliyê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ve weke qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hat tayîn kirin, di hesabê fermî yê şaredariyê de kurdî rakir.

Nivîsa "Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê" ya li ser hesabê Twîtterê yê şaredariyê rakir, li şûna wê jî tenê bi tirkî nivîsa "Van Büyükşehir Belediyesi" bi cih kir. 

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî şaredarên AKPê nivîs û tabeleyên bi kurdî rakiribûn û rastî bertekan hatibûn, ta ku hinek tabelayên kurdî hatibûn vegerandin.