Peymana bi 40 mîlyar dolarî rawestiya
PeyamaKurd- Piştî serokê Amerîkayê Donald Trump biryara vekişandina ji peymana nukleerî ya Îranê da, Boeing û Airbus ku bi Îranê re, bi bihayê 40 mîlyar dolarî peymana firotina balafirên rêwiyan kiribûn, peymanê rawestandin.
Peyaman firotina balafiran di sala 2015an de hatibû kirin. Wezîrê Xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin ragihand ku Boeing û Airbus, lîsansên ku bi wan balafiran difroşin şîrketên Îranê, betal kirin.
Serokê Amerîkayê yê berê Obama, lisans dabû da balafiran bifroşin Îranê. Şîrketa Amerîka Boeing û şîrketên Amerîka yên ku ortaxiya wan bi şîrketên Awrûpa re, bi Airbusê re hene, bi 40 mîlyar dolarî Peyman çêkiribûn.
Navenda Airbusê Fransa ye û wê li gor pêşdeçûnan tewrê xwe deyne, ji ber ne tenê Fransa ortaxê Airbusê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin