Peymana rehîneyan | Netanyahu sandeke Îsraîlê disîne

06 July 2024 13:02 0 dîtin
Peymana rehîneyan | Netanyahu sandeke Îsraîlê disîne

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Îstîxbarata Derve ya Îsraîlê Mossad Yossi Cohen wê serokatiya şanda danûstandinan bi girtiyan bike.

Di daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu de hat diyarkirin ku Serokwezîr ji bo hevdîtinên di derbarê girtiyên li Xezzeyê de berdewam bike ji Serokê DYA Joe Biden re ragihandiye.

Di daxuyanîya ku ji teref Serokwezaretîya Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Netanyahu di pêwendiya telefonî de ji Biden re dubare kiriye ku Îsraîl tenê piştî ku bigihêje hemû armancên xwe dê dawî li şer bîne.

Koşka Spî ragihand ku Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser bersiva herî dawî ya Hamasê ya derbarê agirbesta Xezzeyê û pevguhertina girtiyan de gotûbêj kirin.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hat diyarkirin ku Biden ji biryara Netanyahû ya ku rê daye muzakereyên Îsraîlî bi navbeynkarên DYA, Qeter û Misrê re têkilî daynin da ku lihevkirinek agirbestê pêk bînin, pêşwazî kiriye.

Biden û Netanyahu pêşwaziya civîna ku tê plankirin di 15ê Tîrmehê de di navbera tîmên ewlekariya neteweyî yên her du welatan de were lidarxistin, kirin. Wekî din, li gorî medyaya Îsraîlê, Serokê Îstîxbarata derve ya Îsraîlê Mossad, Yossi Cohen wê serokatiya şanda danûstandinan ya girtiyan bike.