Polîtburoyên PDKê û YNKê dicivin
PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Hewlêrê dicivin û pêwendiyên xwe û pêşhatên dawiyê guftûgo dikin.
Endamê Polîtburoya YNKê Soran Cemal Tahir ragihand, sibe polîtburiya YNK û PDKê li Hewlêrê dicivin û guftûgoyan derbarê peywendiyên wan, dawî guhartin û pêşhatên navxweyî û navçeyê de dikin.
Li gorî nûçeya K24ê, amaje bi wê da, herdu aliyan şandên xwe ji bo civînê pêk anîne û amadekariyên temam jî hatine kirin.
Duh na pêr jî, Berdevkê Polîtburoya PDKê Mehmûd Mihemed ragihandibû, ji bo asayîkirina rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê ewê bi YNKê re bicivin.
Herwiha Cemal Tahir got: Ji bo çareserkirina pirgirêk û nakokiyan jî, Ew diyalogê bi baştirîn çareserî dizanin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin