Putin dê serdana Tirkiyeyê bike
PeyamaKurd- Ji aliyê Alîkarê Serokê Dewleta Rusyayê Yuriy Uşakov ve hat ragihandin ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, dê di demeke nêzîk de serdana Tirkiyeyê bike da ku ligel Erdogan hevdîtinek bike.
Yuriy Uşakov, di Forûma Aboriyê ya St. Petersburgê de axivî û da zanîn ku Vladimir Putin, di demeke nêzîk de ji bo hevdîtinek ligel Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan bike, dê serdana Tirkiyeyê bike.
Uşakov, di derbarê mijarê de got ku “Di vê derbarê de vexwendina Serokomarê Tirkiyeyê heye. Li ser hevdîtina Putin û Erdoan a di demeke nêzîk de hat lihevkirin. Lê belê di derbarê dema hevdîtinê de li ser dîrokeke teqezkirî nehat axaftin.”
Alîkarê Putin Uşakov, duh jî daxuyaniyek dabû û ragihandinbû ku li ser serdana Putin a Tirkiyeyê de hatiye lihevkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin