Pûtîn serokê Amerîkayê dawetî Moskovayê kir

27 July 2018 19:55 0 dîtin
Pûtîn serokê Amerîkayê dawetî Moskovayê kir

PeyamaKurd- Serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, serokê Amerîkayê Trump dawetî Moskovayê kir. Amerîka ragihandibû ku dawetkirina Pûtin bo Amerîkayê maye sala 2019an û sedem jî ew bû ku rexneyên gelek giran li Trump hatibûn kirin. Trump jî xwe bi paşde dabû.

Piştî van pêşdeçûnan Pûtin beyan da çapemeniyê ku divê li ser mijarên dinyayê û bi taybetî Îranê bê axaftin. Lewra Pûtin Trumpî dawetî Moskovayê kir. Wê di fikra Amerîka de guhertin çêbibe an na, dê di wexta pêşiya me de aşkera bibe.