Pûtîn û Aliyev li Moskovayê dicivin

20 July 2021 00:41 0 dîtin
Pûtîn û Aliyev li Moskovayê dicivin

PeyamaKurd -  Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di 20 ê meha Tîrmehê de li Moskovayê bi serokkomarê Azerbeycanê bi Îlham Aliyev re li ser mijara Qerebaxê û hinek mijarên din hevdîtin dike.

Li gor ragihandina Kremlînê ya nivîskî di hevdîtina her dû serokan de dê li ser peymana di 10.11.2020 ê ku di navbera Rûsya, Azerbeycan û Ermenistanê de hatibû îmzekirin, bo bicîhanîna wê, rewşa aborî ya li herêmê, avakirina tora çûnûhatê û bo geşepêdana herêmê biaxifin.

Di hevdîtinê de her weha dê li ser xwurtkirina hevkariya stratejîk ya navbera Rûsya û Azerbeycanê biaxifin.