Pûtîn û Netanyahu civîneke krîtîk dikin
PeyamaKurd – Ofîsa serokwezîriya Îsraîlê ragihand ku, biryare heftiya bê serokwezîrê Israîlê Binyamîn Netanyahu seredana Moskovayê bike û li gel serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bicive.
Ofîsa serokwezîriya Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku, roja Çarşema bê biryare serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu seredana Moskovayê bike û li gel serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn bicive.
Hêjayî gotinê ye ku, ji destpêka vê salê ve ev sêyemîn care hevdîtin di navbera serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu û serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn pêktê.
Li ser heman babetê medya Îsraîlê jî ragihand, ku di wê civînê de, wê serokwezîrê Îsraîlê li gel Pûtîn rewşa Sûriyê bi giştî û ya başûrê wî welatî bi taybetî guftûgo bike, herwiha wê gotûbêjan li ser programa atomî ya Îranê jî bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin