Pûtîn îro serdana Azerbaycanê dike: Peymanên stratejîk îmze dikin

18 August 2024 10:35 0 dîtin
Pûtîn îro serdana Azerbaycanê dike: Peymanên stratejîk îmze dikin

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, îro Yekşemê 18ê Tebaxê serdana Azerbaycanê dike û bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Alîyev re dicive.

Kremlînê ragihand ku dê serdana Pûtîn a Azerbaycanê di asta herî bilind a dîplomatîk de pêk were.

Hate diyarkirin ku dê mijarên pêşxistina hevkariya stratejîk a Rûsya-Azerbaycanê û pirsên herêmî û navdewletî di serdanê de bên gotûbêjkirin.

Tê çaverêkirin ku piştî hevdîtina Pûtîn û Alîyev hejmarek peyman û rêkeftin di civîneke hevpar a rojnamevanî de werin îmzekirin.