Annalena Baerbock serdana Ermenistan û Azerbaycanê dike

03 November 2023 18:38 0 dîtin
Annalena Baerbock serdana Ermenistan û Azerbaycanê dike

PeyamaKurd - Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, bi sedema şer û aloziya navbera Ermenistan û Azerbaycanê li ser herêma Qerebaxê sibe 4ê Mijdarê serdana herdu welatan dike.

 Hate ragihandin ku serdana Baerbock piştî 45an ji kontrolkirina Qerebaxê ji aliyê artêşa Azerbaycanê ve pêk tê û mijara sereke jî rewşa 100 hezar Ermeniyên ku ji Qerebaxê Koçber bûne ye.

Berdevkê Wezareta Derve ya Almanyayê ragihandiye ku Baerbock pêşî diçe Ermenîstanê li paytext Erîvanê bi hempişeyê xwe yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan re hevdîtinê dike û piştre jî serdana koçberên Ermenî yên ji Qerebaxê derketine dike.

Herwiha Baerbock li paytexta Azerbaycan Bakûyê jî bi hempîşeyê xwe yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov re dê bicive.

Wezareta Derve ya Almanyayê derbarê armanca vê serdanê de ragihand: “Almanya ji bo aştiya daîmî, pirrengiya siyasî û aborî û têkiliyên nêzîk û baş ên bi Ewropayê re li herêmê di nava hewildnan de ye. Armanc ew e ku bi danûstandinan aştiyek berfireh pêk were. Gelê Ermenî û Azerî di nav aramî û ewlehiyê de bijîn.”