Pûtîn serdana Çînê dike û bi Cinping re dicive
PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina ligel hempîşeyê xwe yê Çînê li Pekînê ragihand ku dê Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo beşdariya forûma “Rêya Hevrîşmî ya Nû” serdana Çînê bike.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi ragihand: “Em gelek kêfxweş in ku careke din em dê li Pekînê bin. Me derfet heye ku Serok Putin dê ji bo lihevguhertina dîtin û nerînan li ser karûbarên dualî serdana Çînê bike.”
Lavrov got ku Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, û Serokê Çînê Xi Jinping, di dema serdana Putin ji bo Pekînê de dê danûstandinê li ser pêwendiyên dualî bikin.
Forûma Rêya Nû ya Hevrîşim ango Şûtik Rê di 17-18ê Cotmehê de li Pekînê tê lidarxistin û armanca wê projeyê ew e pêwendiyên bazirganî yên navbera Asya, Ewropa û Afrîkayê û deverên din xurt bike. Di çarçoveya vê projeyê de, plan tê kirin ku benderên nû, hêlên hesinî, balafirxane û deverên pîşesazîyê werin çêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin