Reîsî serdana bajarê Rojhilatê Kurdistanê kir

08 July 2022 16:06 0 dîtin
Reîsî serdana bajarê Rojhilatê Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, îro 8ê Tîrmehê serdana parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kiriye bi mebesta vekirina hin projeyên aborîyê.

Li gorî nûçeya medya Îranê hejmarek wezîr û rayedarên hikûmetê jî di şanda ligel Îbrahîm Reîsî de cih digirin û Reîsî li Balafirgeha Sineyê ji aliyê Parêzgarê Sine, Îslamîl Zarinî Kûşa ve hatiye pêşwazîkirin. 

Parêzgarê Sineyê li ser serdana Serokomarê Îranê gotiye, çendîn projeyên temamnebûyî di warê rê û piran û hêla hesin û bendavan de hene ku serokomar dê wan pirojeyan bibîne û çend hevdîtinan ligel xelkê pêk bîne û herwiha serdana hejmarek kargehên pîşesaziyê û berhemanîne bike.

Hat diyarkirin ku wê Reîsî li Seqiz û Sineyê xelkê jî bibîne û berî ku serdana xwe bi dawî bike jî civîneke rojnamevanî saz bike.