Rojava: Li Qamisloyê êrîseke bombeyî çêbû!
PeyamaKurd- Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmî yên ji Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Qamişloyê teqîneke mezin çêbûye. Li gorî hat ragihandin, êrîş ji aliyê hêzên Tirk ve hatiye kirin.
Li gorî agahiyên hatin parvekirin, li ser rêya El Hizamê ya Qamişloyê, nêzîkî Dibistana Saadetê, di otomobîlekê de teqîn çêbûye.
Hat îdiakirin ku ev teqîna pêk hatiye, ji aliyê SIHAyên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) ve hatiye kirin û 4 kesên di nav otomobîlê de birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin