Rûsya bertek nîsanî Neteweyên Yekbûyî da

22 April 2018 00:01 0 dîtin
Rûsya bertek nîsanî Neteweyên Yekbûyî da

PeyamaKurd - Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova, Îdîa kir ku OPCW û NY bi lêpirsînên ji dûr ve eleqedardibin.   

Piştî ku venihêrên Rêxistina Biçekbûn a Kîmyayî ketin Dûmayê, ji Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek nû hat belav kirin.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir, ku Rûsya li hêviyê ye ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyayî (OPCW) tevahiya gengazan bi awayekî bêteref vekolînekê bike û raporeke bêteref amade bike.  

Zaxarova îfade kir, ku em li hêviyêne ku venihêrên Rêxistina Biçekbûn a Kîmyayî li bajarê Dûmayê tevahiya gengazan bi şiklekî bêteref vekolînekê bike û raporeke objektîf amade bike. Herwiha heta niha OPCW û NY tenê bi daneyên muxalifên rejimê emel dikin û ligor van daneyan bi lêpirsînên ku têne lidarxistin ji dûr ve eleqedar dibin.