Rusya: Êrîskarên Pira Kerçê, hatin girtin!

12 October 2022 15:30
Rusya: Êrîskarên Pira Kerçê, hatin girtin!

PeyamaKurd- Rayedarên Serwîsa Ewlehiya Federal a Rusyayê (FSB) ragihand ku êrîşkarên Pira Kerçê ya Kirimê ku ji bo Rusyayê cihekî stratejîk e, hatine girtin. Di agahiyên hatin dayîn de hat amajekirin ku êrîş, ji aliyê Ukraynayê ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya ku ji aliyê FSBê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku di derbarê êrîşa Pira Kerçê ya Kirimê de 8 kes hatine desteserkirin. Di daxuyaniya hat dayîn de hat ragihandin ku telîmata vê êrîşê, rasterast ji aliyê îstîxbarata Ukraynayê ve hatiye dayîn.

Di hûrgiliyên agahiyan de hat zanîn ku 3 kesên êrîşkar can dane, 5 jê welatiyên Rus, 3 jê jî welatiyên Ukraynayna û Ermenîstanê bûne û ew 8 kes jî niha girtî ne.

Hat ragihandin ku fermana êrîşa li dijî pirê, rasterast ji aliyê Serokê Îstîxbarata Ukraynayê Krilo Budanov ve hatiye dayîn.

Li ser van tawanbariyên Rusyayê, heta niha Ukraynayê berpirsiyariyê hilnegirtiye ser milên xwe lê belê gelek Ukraynayiyan vê êrîşê bi kêfxweşî pêşwazî kiribû.