Rûsya: Me 4 balafirên Ûkraynayê xist

19 April 2023 23:45 0 dîtin
Rûsya: Me 4 balafirên Ûkraynayê xist

PeyamaKurd – Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Rûsyayê, Rûsya 2 balafirên Mig-29 û 2 balafirên Su-25 yên Ûkraynayê îro xistine. Li gor ragihandina wezaretê; li devera Donetskê, di şer de 2 Mig-29 û balafirekî Su-25 xistine û li devera Harkovê jî balafirekî Su-25 xistine.

Rûsya ragihandiye ku ji roja şerê Rûsya û Ûkrayna destpêkiriye ji roja 26 ê sibata 2022an heya niha 411 balafir, 228 helîkopter, 3.776 İHA, 415 sîstemên bergiriya hewayî, 4.610 topên obus û hawanan û 9.717 alavên leşkerî yên Ûkraynayê îmha kirine.