Rusyayê ENKS vexwende Moskowê!

27 May 2018 13:21 0 dîtin
Rusyayê ENKS vexwende Moskowê!

PeyamaKurd- Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ji bo hinek pêwendiyan, Encumena Niştimanî ya Kurdên Sûriyê (ENKS) vexwende Moskowê.

Ji bo îcabetî vê vexwendinê, şandeya ku têde serokê ENKS Suîd Mela, Serokê Komîteya Karên Derve Kamiran Haco, Îbrahîm Biro û Hewas Egîd hene, wê herine paytexta Rûsyayê Moskowê. Tê hêvîkirin ku şande bi erkdarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê re hinek têkiliyan deyne.

Li gorî agahiyan şandeya ENKS wê roja duşemê bi alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê re civînekê pêk bîne.

Hat ragihandin ku makezangona nû ya ku ji bo Sûriyê were avakirin û rewşa Efrînê wê di civînan de were rojevê.