Rusyayê, Talîban vexwend civîna li Moskowê

16 July 2023 20:30 0 dîtin
Rusyayê, Talîban vexwend civîna li Moskowê

PeyamaKurd- Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Afxanîstanê Ziya Ehmet Takal ragihand ku Balyozê Rusyayê yê li Kabîlê Dimitri Zirnov bi Wezîrê Karên Derve yê Hikûmeta Kabulê Emir Xan Muttekî re hevdîtin kir.

Li gorî agahiyên ku Ziya Ehmed Takal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand, di civîna navborî de balyozê Rusyayê, Afxanîstan vexwendiye civîna ku dê Moskowê bê kirin.

Hat diyarkirin ku di vê hevdîtinê de Emîr Xan Muttekî diyar kir ku Civîna Formata Moskowê de roleke girîng di dabînkirina lihevhatina navçeyê de heye.
Wezîrê Karên Derve yê Afxanîstanê destnîşan kir ku divê Talîban û Moskow di çarçoveya têkiliyên dîplomatîk de vê hevdîtinê baş bi kar bînin.

Civîna Formata Moskowê, bi beşdariya nûnerên 10 welatan pêk tê. Hat diyarkirin ku di hevdîtina dawî ya li Moskowê hatibû kirin de Amerîka beşdar nebûye û şandek ji Afxanîstanê tevlî bûye.