Bogdanov Mesrûr Barzanî vexwend Moskowê

06 February 2025 18:56 0 dîtin
Bogdanov Mesrûr Barzanî vexwend Moskowê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 6ê Sibatê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Afrîkayê û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mihaîl Bogdanov kir.

Hate ragihandin ku di civînê de dîtin û nerînên li ser geşedanên dawî yên Iraq û herêmê û pêşxistina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyayê hatin axaftin.

Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê bal kişand ser pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê û pêwendiyên dostane û dîrokî yên welatê wî bi Herêma Kurdistanê re û girîngiya bihêzkirina pêwendiyan bi Herêma Kurdistanê re anî ziman.

Bogdanov bi awayekî fermî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Moskowê vexwend.

Mesrûr Barzanî jî xwesteka Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina pêwendiyên dualî anî ziman.

Di beşeke din a civînê de, girîngiya çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî hat bibîrxistin û edilandina qanûna budçeya federalî û lihevkirina li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê wekî pêngaveke erênî hat nirxandin.

Herwiha rewşa Sûriyeyê jî hate axaftin û her du alî li ser pêdivîya parastina ewlehî, aramî û mafên gelê Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê hevnerîn bûn.