Azerbaycanê Mesrûr Barzanî vexwend COP29ê
PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê COP29 a li Bakuya Azerbaycanê hate vexwendin.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Derve Sefîn Dizeyî, li ser hesabê xwe yê Xê ragihand, wî îro pêşwaziya Balyozê Azerbaycanê yê Iraqê Nasir Mamadov kiriye û wan danûstandin li ser çawaniya bihêzkirina pêwendiyên dualî di navbera her du welatan de kiriye.
Balyozê Azerbaycanê yê Iraqê di hevdîtinê de, nameya vexwendinê ya welatê xwe pêşkêşî Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir, ji bo tevlîbûna Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê COP29 ku li Bakuya paytexta Azerbaycanê tê lidarxistin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî par jî 30yê Mijdarê li ser vexwendina Cîgirê Serokê Îmaratê û Serokwezîr û Hakimê Mîrgeha Dubey Şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm ji bo tevlîbûna Lûtkeya Cîhanî ya Keşûhewayê COP28 hatibû vexwendin û çûbû Îmaratê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin