Sanda Amerîkî derdikeve gesta Rojhilata Navîn

27 September 2021 19:45 0 dîtin
Sanda Amerîkî derdikeve gesta Rojhilata Navîn

PeyamaKurd – Koşka Spî ragihand ku şandeke Amerîkayê ya bi seroktiya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Jake Sullivan derdikeve geşteke welatên Rojhilata Navîn.

Di daxuyaniya nivîskî ya Koşka Spî de hatiye diyarkirin, wê şanda Amerîkaya ya bi beşdariya Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Jake Sullivan û Emily Horne serdana Erebistana Siûdî û Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) bike.

Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku wê Kordînatorê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur ê Konseya Ewlekariya Amerîka Brett McGurk û nûnerê Yemenê yê Amerîka Tim Lenderking jî di nav şanda Amerîkî ya Rojhilata Navîn de cî bigirin.

Derbarê naveroka hevdîtinên serdana şandê de hurgilî nehatin parvekirin.