Sanda ENKSê vedigere Rojavayê Kurdistanê
PeyamaKurd - Şanda Desteya Serokatiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku ev çend roj in li Başûrê Kurdistanê civîn û danûstandinên xwe berdewam dike, îro Înê vedigere Rojavayê Kurdistanê.
Hat ragihandin ku Desteya Serokatiya ENKSê civînên xwe yên şêwirmendiyê yên bi nûnerên ENKSê yên nav Îtilafa Sûriyê û komîteya pêwendiyên derve bi amadebûna Serokê ENKSê Siûd Mela li Hewlêrê bi dawî anîn.
Desteya Serokatiya ENKSê piştî hejmarek civîn û danûstandinên bo avakirina yekrêziya navmala Kurd ên ligel Nûnerê Amerîka William Roebuck, PYD û aliyên Rojavayê Kurdistanê, bi serdanekê derbasî Hewlêrê bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin