Sanda Parlamena Iraqê serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şandeke parlementoya Iraqê bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê, serdana Hewlêrê dike.
Parlementera kurd û seroka firaksiyona PDKê li parlementoya Iraqê, Viyan Sebrî ragihand ku çend rojên din şandeke parlementoya Iraqê dê serdana Hewlêrê bike.
Viyan Sebrî got, şanda han ku ji endamên komîsyonên hiqûq, darayî, petrol û gazê yên parlementoya Iraqê pêk hatiye, dê bi aliyên pêwendîdar û berpirsên Herêma Kurdistanê re li ser çawaniya çareserkirina pirsgirêkên mîna hinartina petrola Kurdistanê û pişka Kurdistanê di bûdceya sala 2020 ya Iraqê de gotûbêj bikin.
Li ser çareserkirina giştî ya pirsgirêka bûdcê jî seroka firaksiyona PDKê gotiye, divê beriya ku projeqanûna bûdceya Iraqê bigihe parlementoyê, Hewlêr û Bexda li ser bûdcê bigihin rêkeftinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin