Sandeke Avusturyayê serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd – Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê, ragihand ku roja Şemiyê wan li bajarê Qamişlo, pêşwazî li şandeke Awusturyayê kir.
Hat diyarkirin ku şanda Avusturyayî ji seroka şandê Parlamentera Partiya Keskan Ewa Dziedzic û lêkoler û akademîsyen Thomas Schmidinger pêk hatibû.
Di hevdîtinê de, her du aliyan li ser mijarên pêwendiyên dualî, şerê terorê, gef û êrîşên Tirkiyê, alîkariya navçeyên Rêveberiya Xweser gotûbêj kirin.
Hat gotin ku mijara bandora xirab a girtina Deriyê sînorî ya Til Koçerê jî mijareke girîng a hevdîtinê bû û rewşa Kampên Hol û Roj û malbatên çekdarên DAIŞê jî hatiye gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin