Sandeke Fransî serdana Rojavayê Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Şandeke bilind a Fransayê îro 25yê Gulanê serdana Rojavayê Kurdistanê kir û ligel berpirsên Rêvebriya Xweser re civiya.
Şanda ku ji serokê Weqfa Daniel Mitterand Jeremie Chomette, Jêrêmî Şomêt, Berpirsa şopandina karûbarên Rojhilata Navîn a li Encûmena Parîsê Maro û du endamên din ên weqfa Daniel Mitterand pêk dihat ji aliyê hevserokê Daîreya Têkilîyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdilkerîm Omer û cîgirên wî ve hat pêşwazîkirin.
Hat zanîn ku di hevdîtinêde, rewşa herêmê bi giştî û girîngiya beşdarbûna Rêveberiya Xweser di çareserkirina aloziya Sûrî de hat gotûbêjkirin.
Di civînê de li ser mijara girtiyên DAIŞê û zarokên wan ên di kampên Rojavayê Kurdistanê de hat gotin, divê civaka navdewletî bi berpirsyariyên xwe rabe û zarokên DAIŞîyan vegerîne welatên wan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin