Sandeya PDKê besdarî kongreya AKPê dibe!
PeyamaKurd- Piştî ku pergala serokatiyê hate qebûlkirin, Partiya Edalet û Pêşketinê (AKP) cara pêşî kongreya xwe li dar dixe. Şandeyek ji Kurdistanê jî beşdarî kongreyê dibe.
Partiya Recep Tayyip Erdogan (AKP) li paytextê Tirkiyê li Enqerê îro kongreya xwe li dar dixe. Ji bo kongreyê, Erdogan dawetiye rêkire Kurdistanê jî. Ji Kurdistanê şandeyeke di bin serokatiya Sekreterê Rêvebiriya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Fazil Mîranî de beşdarî kongreyê dibe. Di şandeyê de wekî dî; Berpirsê Karên Derve Hişyar Seweylî û Alî Haydar hene.
AKPê 9 partiyên siyasî vexwendibûne kongreyê; Lê belê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) nevexwendiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin