Serbest Lezgîn: PKKê Sengal dagir kiriye

19 December 2020 13:00 0 dîtin
Serbest Lezgîn: PKKê Sengal dagir kiriye

PeyamaKurd – Birîkarê Wezareta Pêşmerge li ser rêkeftina Şengalê û planên PKKê, bi daxuyaniyekê hişyarî da û daxwaz kir, rêkeftin weke xwe were cîbicîkirin.

Serbest Lezgîn da zanîn: “PKK li Şengalê bûye sedema berdewambûna vê rewşa ku niha li holê ye.” Herwiha destnîşan kir: “PKKê Şengal dagir kiriye.”

Serbest Lezgîn ji K24 re eşkere kir: “Çend kom li nav Iraqê hene, alîkariya PKKê dikin û hemahengiyê ligel wan dikin, heta wê radeyê ku hinek caran cilên xwe diguherînin û cilên wan komên Iraqî li xwe dikin û hatûçûnê jî ligel hev dikin. Herwiha li ser navê wan koman mûçeyan ji Hikûmeta Iraqê werdigrin, ev jî weke amajeyek bo wan komên Heşda Şeibî ku li sînorê navçeya Şengalê ne.”

Yek ji xalên rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bo asayîkirina rewşa Şengalê, derkirina temamê milîs û komên çekdar ên li deverê ye, lê belê ligel nêzîkbûna cîbicîkirina vê rêkeftinê, çekdarên PKKê ku divê ew jî ji wê deverê derkevin, senaryoyên cuda ji bo mana di bin sîwana çend komên din de derdixin holê.

Lezgîn daxwaz kir û got: ‘‘Rêkeftina asayîkirina rewşa Şengalê weke xwe were cîbicîkirin, ne weke şanogeriyek, çimkî xalên di nav rêkeftinê de zelal û eşkere ne û li hemû medyayê hatiye belavkirin, lê weke niha têbînî tê kirin, pêngav ber bi arasteyekî din tên avêtin.”