Serkirdeyekî YNKê dest ji kar berdide

13 April 2018 22:44
Serkirdeyekî YNKê dest ji kar berdide

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Endamê serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û berpirsê navenda 1ê ya rêxistina Silêmaniyê Letîf Şêx Umer dest ji kar kişand.

Li gor nûçeya K24ê Endamê serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û berpirsê navenda 1ê ya rêxistina Silêmaniyê Letîf Şêx Umer 26ê meha borî nameya xwe ya destjikarberdanê radestî polîtbûroya YNKê kiriye.

Letîf Şêx Umer di barê vê yekê de diyar kir ku divê name bê qebûlkirin, an na ez rijd im li ser biryara xwe û ez dest ji kar berdidim.

Wî serkirdeyê YNKê di barê sedema vê biryarê de jî wiha axivî: ‘Ev biryara mi ti eleqe bi kêşeyên siyasî re nîne, piştî 4 salan ji mana min di vî postî de, niha ez dixwazim derfetê bidim kesekî din ku vî postî werbigire’.