Serokê Hamasê Îsmaîl Henîyye diçe Tehranê
PeyamaKurd – Serokê Hamasê Îsmaîl Henîyye rojek piştî ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara agirbestê di navbera Hamas û Îsraîlê de li Xezzeyê qebûl kir, serdana Tehranê dike.
Medyaya fermî ya Îranê ragihand ku biryar e Haniye bi Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan re bicive.
Serdana îro duyemîn serdana serokê Hamasê bû piştî êrîşa Hamasê ya li ser Îsraîlê di 7ê Cotmehê de.
Li gorî amarên Wezareta Tenduristiyê ya Xezzeyê ku di bin kontrola Hamasê de ye, heta niha zêdetirî 32 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok in, di şer de hatine kuştin.
Îranê êrîşa Hamasê ya li dijî Îsraîlê wek "serkeftineke" bi nav kir lê destwerdana xwe red kir. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Tehran tawanbar kir ku bi riya Muhafizên Şoreşê piştgirî dide Hamasê.
Serdana Haniye piştî rojekê hat ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî biryara "agirbesta lezgîn" li Xezzeyê ji bo meha Remezanê ya ku du hefte maye qebûl kir. Herwiha ji Hamasê hat xwestin ku dîl bên berdan. Îsraîl ragihand ku li Xezzeyê hîn jî derdora 130 rehîn hene, tê texmînkirin ku 33 ji wan mirine.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî duh got ku ev biryar "erênî lê ne bes e" û daxwaza cîbicîkirina tedbîrên zêdetir kir, di nav wan de agirbesta hertimî, rawestandina êrîşên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û şandina alîkariyên navdewletî ji bo Xezzeyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin